Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tim Landerking: “Îran Hûsiyan çekdar dike û perwerdeya leşkerî bi wan dide”

12:45 - 4 Kanûna pêşîn 2021

Nûnerê şandiyê Amerîka bo Yemenê “Tim Landerking” di welatê yemenê de ragihandiye ku rejîma Îranê Hûsiyan çekdar dike û perwerdeya leşkerî bi wan re dide”.

Roja Înê 3ê Kanûna Pêşîn, Wezîrê Derveyê Yemenê “Ehmed Ewez Bin Mobarek” di konferansa “gotûbêjên Medîteranê” de got: “Îran bona gihîştin bi armancên xwe hûsiyan bikar tîne û em li pey mikanîsmek yekcarî ne ku piştevanî ji mafê mirovî di welatê xwe de bikin”.

Herwisa navbirî ragihand: “projeyên milîsên Hûsî, firqeperwer û rezezperestane ne û hêzên hûsiyan agirbestê binpê dikin”.

Berê Wezîrê Derveyê Yemenê “Ehmed Ewez Bin Mobarek” di bajarê “Menamê” de bi tekezî li ser vê yekê ku xelkê Yemenê projeya zêdexwaziyên Îranê di welatê xwe de qebûl nakin ragihandibû ku di rengehiya serkevtina fitneyên Îranê di Yemenê de, dê paşhatên gelek metirsîdar di deverê de hebin”.

“Tim Landerking” tevî îşarekirin bi erênî nebûna rola Îranê di kirîza Yemenê de û tekezî li ser pêbendbûna Amerîka bo çareserkirina kirîza Yemenê,ragihand: “Kirîza yemenê bi tenê kirîzek deverî nîne belku gef li ser vegusatina deryayî li cîhanê ye”.