Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîma valîbal a bajarê Merîwanê, bo xola nayab serkevtin bi dest xist

11:54 - 5 Adar 2019

Kurdistanmedia: Tîma valîbal a bajarê Merîwanê, bo xola nayab a Îranê, serkevtin bi dest xist.

Roja Duşemî 13`ê Reşemeh(4`ê Adar)`ê, Tîma Valîbal a “Rahyabê Millel” a bajarê Merîwanê, li salona 1200 kesî a Zagiros a bajarê Merîwanê, li dawîn rikeberiya xwe ya li gel Tîma “Şehdab” a bajarê Yezidê, bi serkevtina 3 li ser 0, bo xola nayab a Îranê serkevtin bi dest xist.

Valîbal a pola yek a Îranê, di çar girûpan de, bi awayekî dewreyî hatibû lidarxistin, û tîmên yekem û duyem yên du girûpan bo qonaxa din serkevtin bi dest dixînin.

Lîstikvanên Kurd hertim di warê coda de, serkevtinan bi des dixînin, û bi kêmtirîn hewcehî û dabîn nekirin û nebûna heqdest û îmkanatên hewce bo lîstikvanên Kurd, lê bi wan hemû kêmasiyan dîsan jî, li astê cîhanî û Rojhilata Navîn û Îranê, serkevtinên bilind bi dest dixînin.