Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîmeke terorîstî ya rejîma Îranê li Tirkiyê hat dîtin û girtin

18:17 - 23 Hezîran 2022

Li gor nûçeya ku malpera “Al-Arebiya” belav kiriye, nûçeya tîmeke têrorîstî ya girêdayî rejîma Îranê ku heftiya borî ji aliyê Tirkiyê ve hatibû girtin, hatiye belavkirin.

“Al-Arebiya” li gor medyayên Îsraîlî belav kiriye ku hêzên Tirkiyê 8 kes ku di nav wan de 5 kes Îranî ne bi tawana darêtina plana kuştina welatiyên Îsraîlî di nav axa Tirkiyê de girtine.

Hatiye ragihandin ku tîma terorîstî ya ku li Tirkiyê hatiye girtin, plan darêtine ku balyozê berê yê Îsraîlê û hevjîna wî birevînin.

Di heman demê de Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst ragihandiye ku bi biryara Husên Selamî Fermandê Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst, “Mihemed Kazimî” wek Berpirsê Saziya Îtilata Spaha Pasdaran diyarî kiriye û “Husên Taîb” jî wek Şêwirmendê Fermandê Giştî yê Spaha Pasdaran hatiye diyarîkirin.

Li gorî hin nûçeyên nefermî yên belavbûyî, “Husên Taîb” ku ji ber bûyerên dawî yên ewlehiyê yên Îranê ji kar hatibû dûrxistin, rastî êrîşeke çekdarî hatiye û di wê êrîşê de hatiye birîndarkirin û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Nûçeya êrîşa çekdarî bo ser Husên Taîb heta niha ne hatiye redkirin û ne jî hatiye teîdkirin.