Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirajêdiya kolberan bêdawî ye

11:03 - 3 Çirriya paşîn 2020

Dîsan roja Duşemî 12ê Xezelwerê (3ê Çirriya Paşîn), kolberekî Kurd yê bi navê “Eyûb HUsênî” kurê Eta xelkê bajarê “Banê” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê “Hengejal” yê wî bajarî hate birîndarkirin.

Ev kolberê Kurd digel desteyek ji kolberan bi bê agehdarkirina berê rastî teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatin.

Ew kolbere bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî ya bajarê Banê hate veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 12ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Siyaweş Kuresonî” xelkê gundê “Rawyan” yê ser bi beşa Kotol a Xoyê li encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîma dagîrker li ser sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.