Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp biryarnama kongirê ya kêm kirina deshilata xwe Vêto kir

13:19 - 7 Gulan 2020

Donald Tiramp Serkomarê Amerîka roja 6ê Gulanê biryarnama kongira Amerîka ya ku deshilata Serkomar berteng diket ku nekare bi tenê serê xwe biryara şer bi dijî Îranê bide, Vêto kir û Tiram ev deshilat bo xwe parast ku heçî dema bixwaze şer bi dijî Îranê destpê bike, hewce nake benda dengê piştgîriya Kongirê bimîne.

Tiramp di daxûyaniyekê de ragihand ku biryarnama (S C 68) sivkatiye ku ji aliyê Demokratan ve hatibû amade kirin, bê evê ku fikrê ji rastiyan bikin û yasayê bizanin.

Tiramp got destê me wekiriye û em benda biryara tu aliyekê nasekinin kanê kengê hêza xwe ya serbazî bikar bînin û çibkin, me 4 mehan berî niha hewce zanî Qasim Silêmanî ji nav bibin,me karê xwe kir û me çi pirs ji kesê nekir kane em wî karî bikin yan ne.

Serkomarê Amerîka got: cehda berteng û kêm kirina deshilata Serkoma bona egera bi kar anîna hêza Nizam bi dijî Îranê, tiştekî gelek cihê tirsê ye û deshilata Serkomar lewaz dike û rejîma Îranê dikare hingê bibe gefekî mezin bo ser Amerîka û canê hevwelatiyê Amerîka dikeve ber tirsê.