Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp gefên tund ji Îranê xwarin

18:41 - 2 Nîsan 2020

Serkomarê Amerîka li derheq êrîşa bo ser hêz û binkeyên serbaziye Amerîka di nava Îraqê de, hişyarî da rejîma Îranê û Milîsên girêdayî yê wê rejîmê.

Roja 13ê Meha Xakelêwa 1399 an, Donald Tiramp Serkomarê Amerîka li Tiwîtekê de nivîsî: pêka zaniyariyan, rejîma Îranê û girûpên milîse girêdayî yê wê, mijûlî darêtina pîlana êrîşa bo ser binkên serbaziye Amerîka ne di nava Îraqê de. Hekî êrîşek bo ser binkên hêzên Amerîka bête kirin û kareke wisa bête encamdanê, Îran dê bedela hindê de dê nirxeke giran bide.

Media yên Amerîka di çend rojên derbasbûyî de basê hindê kirine ku hêzên Serbaziye Amerîka bo hemberbûn di gel girûpên milîse girêdayî yên rejîma Îranê di nava Îraqê de, di halê livînan de ne.

Herwisa basê hindê heye ku Amerîka di cehda jinavbirina girûpa Ketayêbê Hizbula deye ku çiqeke Heşda Şe`ebiye, û tête gotin Amerîka dewleta Îraqê jî ji wê bernama Pêntagonê agehdar kiriye.

Roja 11 ê Meha Xakelêwê, Amerîka bi meqseda parastina berjewendiya xwe û hêzên serbaziye xwe di Îraqê û Herêma Kurdistanê de, sîstema Patryot ya berevaniya Mûşekî dana Îraqê û Herêma Kurdistanê.