Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp ji encûmena Pîran daxwaz dike li hember Îranê destê wê girênedin

11:23 - 13 Şibat 2020

Serokê Amerîkayê daxwaz ji endamên Partiya Komarî li encûmena Pîran a welatê xwe dike ku deng nedine wê pirojeyê ku bersivdana leşkerî  a Îranê ji aliyê îdareya xwe sînordar dike.

Donald Tiramp di tiwîtekê de nivîsiye, “ ji bo asayîşa welatê me gelek girînge ku encûmena Pîran a Amerîka deng bi biryara deselata egera şer bi dijî Îranê nede “

Serokê Amerîkayê ew pêgava bi wî avayî ya encûmena Pîran amajeyekî xirap dişîne û dibêje, demokrat wî karî dikin tenê bo vê yekê, parta komarî şermezar bikin û ji ber vê yekê dibe komarî rê bi vê yekê nedin.

Roja 9`ê meha derbasbûyî, encûmena nûnerên Amerîka deng bi piroje biryarekê dan ku armanc ji vê, rê nedane bi serokê welat li bikar  înana hêzên leşkerî dijî  rejîma Îranê, bê xwasta Kongirêsê.

Tê çaverê kirin ku, di wan çend rojên bê de encûmena pîran jî, li ser wê mijarê, dê kombibin,  û biryara encûmena nûneran bixe dengdanê .

Komarî li encûmena Pîran zêdetirin, lê nayê zanîn ku çend ji van palpiştiyê ji demokratan bikin.