Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp Rê`yên çareseriya şer wiha dibîne

12:32 - 11 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Donald Tirampê Serkomarê Amerîka niha bona rawestiyana şer, ev pêşniyarane xistine  ortê.

Donald Tiram ku hêzên serbaziye Amerîka li Suriyê vekişandin û oky da Erdoxan ku dikare êrişî ser,  Rojavaya Kurdistanê bike, niha dibêje li wan 3ê rêkan vê em dikarin wî şerî hatî pêş bisekininin.

Tiramp got: me %100 Da`eş ji nav bir, û li dewerên ku Tirkiyê êriş kiriye ser li Suriyê de, niha me çi hêz tê de tuneye.

Tiramp got me karê xwe baş encam da, lê ev şerê di navbera Tirkiyê û Kurdan de, eva 200 sale berdewame, bona dawî pê anîna wî şerî jî ev 3 rêkane pêşya mene.

Yan em hezaran Serbazan bişînin da ku em ser kevin.

Yan em li ware abûri ve bi tundî Tirkiyê ceza bidin.

Yan jî, bona aştî û pêkhatina di navbera Tirk û Kurdan de, em nayben çîtiyê bikin.

Hevdem li gel wan qisên Tiramp, Mekronê Serkomarê Firansayê li ser vê baverê ye ku êrişa Tirkiyê bo ser Kurdan, dikare careke dine, bibe sebebê wejiyana Da`eşê.

Lewma Serkomarê Firansayê ji Tirkiyê daxwaz kir ku dest bi cî wî şerî rabigre.