Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp tekeziyê li ser mana hêzên Amerîka di Îraqê de dike

12:24 - 21 Tebax 2020

Donald Tiramp Serkomarê Amerîka di hevdîtina di gel Mistefa Kazimî Serokwezîrê Îraqê de got: Hêzên serbaziye Amerîka bi armanca rûbirûbûn di gel egera kiryarên rejîma Îranê di nava Îraqê de mane.

Roja Pêncşemiyê 20ê Tebaxa 2020 an, Tiramp di bersiva Mistefa Kazimî yê Seokwezîrê Îraqê , ku di gel heyetekê serdana Amerîka kiriye, got: Hîzên serbaziye Amerîka tenê bona pêşîgirtina tevdaniya rejîma Îranê di nava îraqê de, dê wî welatî de bimînin.

Serkomarê Amerîka ku di koşka Sipî de pêşwazî ji Kazimiyê serokwezîrê Îraqê kir, gote Kazimî , ez hivîdarim ku rojek bêt êdî hewce nebe serbazên Amerîka di nava Îraqê de bimînin.

Herwisa Tiram soz da ku Îraqê hewcehî bi çi hebe, emê danêne ber destê wan, û hejmarekî kêm serbazên Amerîka dê li Îraqê de bimînin ku hekî rejîma Îranê dilhebe tiştekê bike, serbazê me bikarin pêşiyê jê bigrin û alîkariya Îraqê bikin.

Di serdana wê heyeta Îraqî bo Amerîka de, di navbera herduk aliyan de çendîn rêkevtin hatne îmzekirin, bi taybetî wezareta Vizeya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand ku 5 şirket û kompaniya yên herî mezin yên Amerîka rêkewtinek bi bihaya 8 Milyard Dolaran di gel wezareta Neft û berqa Îraqê îmzekirin.

Kazimî jî berdewam basê serweriya netewiye Îraqê dikir ku berdewam ji aliyê welatên cîrane Îraqê û bi taybetî Tirkiyê ve tête binpêkirin,  lewma êdî Îraq nikare li hember binpêkirina serweriya Îraqê ji aliyê Tirkiyê ve her wisa bê helwêst be. Ew gotina Kazimî bertekek bû bi dijî helwêsat Amerîka ya bê dengiya  Amerîka li hember êrîşên Tirkiyê bo ser xaka Îraqê û Herêma kurdistanê.