Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirba sê şehîdên Kurdistanê li devera Urmiyê hatine nûjenkirin

12:41 - 25 Çirriya pêşîn 2021

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, xelkê welatparêz ên devera Urmiyê bi hevkariya malbatên şehîdên doza rizgariya Kurdistanê, “Kerem Keleşî, Bapîr Mewlûdî û Tajdîn Bêhnam” hatine nûjenkirin.

Ew sê şehînane di 7ê Xezelwera sala 1363an a Rojî de li şerekî qeheramanane li dijî rejîma dagîrker a rejîma Îranê li çiyayê “Şêx Bazîd” li devera Soma ya bajarê Urmiyê, tevlî Karwanê şehîdqan bûn.

Tirba wan sê nemiran piştî 37 salan careke din ji aliyê xelkê têkoşer ve hatine nûjenkirin ku dide xuya netewa Kurd hêma û sembolên xwe ji bîr nake.

Xelkê di dema serdana tirba wan şehîdan de ew tirb nûjen kiribûn û li ser tirba wan destiyên gulan danîbûn.

Xelkê Qehremanê wê deverê bi wî karê xwe dane xuya ku heta çi astekê bi xortên xwe ên şehîd wefadar in û ti demekê wan ji bîr nakin ku bo azadî û bexteweriya wan canê xwe kirine qurbanî.