
Hogirên jîngeh û rêvîngên rêbaza “hizra kesk”, tirba şehîdan “Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî” di Duyemîn salroja şehîdkirina wan de, gulbaran kirin.
Di rojên derbasbûyî de, Encumena “Kesk a Çiya”, bi helkefta 3ê Xermanan, Duyemîn salroja şehîdkirina şehîdên jîngehê, daxuyaniyek belav kiribûn û daxwaz ji jîngehparêzan û xelkê welatperwerê Kurdistanê kiribûn ku di roja 3ê Xermanan anku 24ê Tebaxê de, tirba şehîdan gulbaran bikin.
Paşnîvro ya roja Duşemî yê, xelkê Merîwan û jîngehparêzên bajarên din yên “Kurdistan”ê bi amadebûn li ser tirba şehîdan û gulbarankirina wan dane xuya ku, rêya kesk a şehîdên jîngehê, berdewame.
Amadebûyên li ser tirba wan şehîdan, di bin durişma “qahîmtir ji caran, dê rêya we bidomînin”, emegnasiya xwe di hember cangorîkirin û fîdakariya wan şehîdan, dubare kirin.
3ê Xermanan a sala 1397an a rojî, di bûyerekî cihê şik û gumanê de, 4 kes ji çalakvanên jîngehparêz yên Merîwanê, bi navên şehîdan “Şerîf Bacwer, Omîd Konepoşî, Mihemed Pejûhî û Rehmet Hekîmîniya”, di dema temirandina agir di daristanên Merîwan ê de, hatine şehîd kirin.