Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîrêja Ronahiyê

12:40 - 21 Kanûna Paşîn 2022

Kerîm Perwîzî

Ez di nîveya duhem a dehika Rojî de, digel komek ji hevalên xwe ku qet nayêne jibîrkirin, li Zanîngeha Tehranê mijûlê xwendinê bûm û di wê demê de jî car caran çalakiyek Kurdane bi rê ve diçû ku hin caran wek temaşevanekê em tê de beşdar bûn û hin caran jî me hevkariya birêveçûna wê dikir. Ger ez şaş nebim qirqar wisa bû ku yek ji wan rêûresmane li salona sînemaya Felestînê ya Terhranê bi rê ve here, destpêkê dezgeha hikûmetî îzna birêveçûna wê neda û piştire bi destkarî û bi wergirtina hin soznameyan wan îzn da û bi rê ve çû. Li vir û di nav beşdarbûyan de ez digel hevalekê xwe mijûl bûm ku çi min du jin dîtin ku yek ji wan temenê wê gelek li serê bû û ya din kêmtir. Hevalê min got tu wan nas dikî? Min got na. Got eva Mîna Xanima hevjîna Pêşewa û ya din jî yek ji keçên Pêşewa ye.

Ji nişkê ve bêhna min nedihat, her du çavên min jî tejî bibûn ji rondik, ne dihatine xwarê û ne jî diçûne nav. Tenê ya ku bo min hate kirin ev jî maçkirina destê yekem jina Serkomarê Kurdistanê bû û ez bi bêdengî rûniştim û di vê navberê de tev ev dîroka ku min li ser nîştima xwe xwendibû û yan bihîstibû hatine berçavê min heta giha bi wê roja ku leşkerê koloniyalîzma panîranî hate Mihabadê û Pêşewa û du rêberên din îdam kirin!

Hin çirke di jiyana mirov de hene ku mirov li wê cih û demê de namîne û di vê demê de gelek cih û dem dikarin bêne nav mêjî û bîrkirina mirov û li vê cihê mebest xwe bibînî. Di vê demê de ez li meydana Çarçirayê rawestabûm û min mêzeyê sê rêberên Kurdistanê dikir ku termê wan li ser dara îdamê qahîm û xweragir rawestabû. Pêşewa çû ser darê û bû bi remza hermana Kurd û Kurdistanê û Şahê Pehlewî yê Îranê jî derkirin û li taravgehê bi nesaxî mir û cih nebû tê de çal bikin, li mala xezûrê wî li Misrê cihek bo wî peyda kirin!

Ez li nav xeyalan hatime derê û hatime nav rêûresmê, dubare hate bîra min ku di wê rêûresmê de hikûmeta koloniyalîstiya Tehranê navê şeqamekê kiriye bi Felestîn û hin sînema û cihên teybet jî tê de hene ku navê wan kiriye Felestîn, lê li heman cihê ku navê wê kiriye Felestîn îznê nade rêûresmeke Kurdan ku xwediyê sereke û dîrokî yê wê mal û axê ye, bi rê ve here!

Bûyer ecêb in û Kurd dîrokek pir ji tirajêdî heye. Qirar e rêûresmek Kurdane li salona Felestînê bi rê ve here! Rê jî nadin bi rê ve here, jinek jî hatiye bo beşdariya wê rêûresmê ku ew jî, jina yekem Serkomarê Kurdistanê ye û Serkomar hatiye sêdaredan û bi sedan gencên Kurdistanê jî hatine bo rêûresmê û dibihîzin ku jina Pêşewayê nemir li vir e, hemû ronahiyek li çavê wan de xuya ye, tîrêjek ronahî di çavê wan de diçirîske ku ji tîrêja roja alaya Komarê ve çavkaniyê digire!

Dr. Qasimloyê nemir li ser Komara Kurdistanê û Pêşewa dibêje:

Komara Kurdistanê ew xortê tenê yê dîroka neteweya Kurd hate ciwanmergkirin, lê şûnwarê wê Komarê niha jî xuya ye… Civatgeha xelkê Kurdistanê bi wê hemû ezamûna ku destê wan kevtiye û bi peyrewîkirin li siyaseta rast û dirust a Hizba xwe, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, rêya Pêşewa heta serê dibin û hêviyên bicihnehatî yên Komara Kurdistanê bi tevahî tînine gorê.