
Kurdistanmedia: Tirkiye rojane gefa êrîşa li ser Rojavaya Kurdistanê dike, û radigehîne ku ew bi tu awayî guh nadin gefên Rojavayiyan.
Careke din Tirkiyê gefa encamdana operasiyona leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakura Sûriyê dike. Wan gefên berdewam ên Tirkiyê gellek nîgeranî li cem kurdên Rojavaya Kurdistanê pêk aniye, lewra jî Kurd li Rojavaya Kurdistanê radigehînin ku ewê li hemberî her êrîşekê de li ber xwe bidin.
Xelkê Rojavayê kurdistanê di heman demê de, daxwazê ji Amerîkayê û welatên mezinhêz dikin ku rêgiriyê ji wan gefên berdewam ên Tirkiyê bikin.
Hevdem beşek ji rûniştiyên Qamîşloyê boçûna wan ew e ku Tirkiye vê carê nikare operasiyonê encam bide, jiber ku herêm wekî navçeyeke Amerîka li Sûriyê tê hesibandin, û Amerîka rê nade operasiyoneke weha.
Erdoxan ragehandiye ku ewê li demeke nêz de dest bi operasiyoneke weha bikin, lê berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragehandiye ku êrîşa leşkerî ya yekalî li bakûra Sûriyê her aliyek encam bide, û dijî her aliyekî jî be, nahê qebûlkirin.
Lê di Tirkiyê de gellek ji lêkolerên siyasî bas ji vê dikin ku Tirkiye hekî têkeve nav Rojavaya Kurdistanê wê baceke mezin di hember de bide, ji ber ku ew der berjewendiyên Amerîkayê jî tê de ne, lê zehmet e ku Tirkiye weha bike. Tirkiye dixwaze bi van gefan poanan ji Amerîkayê wergire. Poan li ser pirsa dorpêçên li ser Îranê. Ew dixwaze Amerîka îzna danûstandinên zêdetir ên ticarî bide Tirkiyê.
Li gorî gotina çavdêrên siyasî Kurdên Rojavaya Kurdistanê baweriya wan bi xwe heye ku hekî herêma wan bibe herêmeke dijefirîn, û esmanê wan bê parastin, ew dikarin bi berxwedana wekî ya li Efrînê hêzên Tirkiyê bi hêsanî têk bişkînin.
Li Efrînê Kurdan di vê herêma ew qas biçûk de li hemberî duyem hêza Natoyê zêdetir ji 50 rojan ber xwe dan, û serî li hemberî dagîrker de netewandin. Vê berxwedana wan li hemû cîhanê de deng veda. Wê demê mixabin Rûsiye amade nebû esmanê wê herêma biçûk biparêze. Piraniya şarezayên karûbarê leşkerî ser vê baweriyê ne ku hekî esmanê wê hatiba parastin, wê Tirkiyê şikesteke giran xwariba, şikestek ku wê bandora xwe li ser hilbjartinên navxwe ên Tirkiyê ên parlemanî wê hebûya. Lê berevajî Erdoxan karî bi têketina nav Efrînê helbet piştî zêdetir ji 50 rojan, serkevtinekê bi dest bixe, û bikare vê serkevtinê wekî karteke bihêz li hilbijartinên parlemanî de bi kar bîne.
Tirkiye ku wê demê radigehand em zirarê nadin sivîlan, lê berevajî bi dehan jin û zarokên medenî hatin kuştin yan jî bi giranî birîndar bûn.
Herwisa wî radigehand ku emê deshilatê bidin xelkê medenî ên Efrînê, lê berevajî ji aliyekî ve rojane nûçeyên li ser dizî û talan û girtin û îşkenceya xelkê Efrînê em dibihîzin, û cuda ji vê jî dest kirine bi guherîna demografiya Efrînê, û berdewam Ereban dixin ciyê Kurdan de, û ew yek dijminatiya herî metirsîdar digel gelê Kurd e.
Herçend berdewam kurd civînan pêk tînin û meşên nerazîbûnê pêk tînin, daxwaz ji civaka cîhanî dikin ku çeteyên ser bi erteşa azad û Tirkiyê naçar bikin ku ji Efrînê derkevin, lê heya niha jî li ser erdê civaka cîhanî li ber berjewendiyên xwe ên bi Tirkiyê re, û di pirktîkê de çi nekirine.
Hinek ji karnasên siyasî ser vê baweriyê ne ku helbet vê gavê li hemberî rejîma Îranê de, Aamerîkayê hewceh bi ragirtina dilê Tirkiyê heye, lê heya dawiyê wisa nabe, û hekî Rejîma Îranê nemîne, wê gellek hevkêşe wê bêne guherîn, û Amerîka renge helwesta wê jî li hemberî Tirkiyê de bihê guherîn.