Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê du meimûrên Îtilaata rejîma Îranê binçav kir

10:33 - 14 Çirriya pêşîn 2021

Nûçegihaniyên ser bi Tirkiyê dane zanîn, hêzên ewlehî yên Tirkiyê heşt kes û ji wan du meimûrên ser bi rejîma Îranê binçav kirine. Pêka gotina berpirsên payebilind ên ewlehiya Tirkiyê, wan kesan dixwastin kesek leşkerî yê berê yê rejîma Îranê bidizin.

Pêka Ajansa Nûçegihaniya “Anadolu Agency” a ser bi Tirkiyê, saziya “MIT”a Tirkiyê û polîsên wan di operasiyonek hevpar li parêzgeha Vanê û li ser sînorê Îranê heş kes û ji wan du meimûrên Îtilaata rejîm Îranê binçav kirine.

Tê zanîn ku wan kesan hewila dizîn û zivirandina kesek leşkerî yê berê yê Îranê dane, lê ew di operasiyona xwe de serkevt nebûn. Navê kesê mebesdar nehatiye belavkirin.

Pêka Ajansa Nûçegihaniya “Anadolu Agency”, ew tora terorîstî bi bûdceyek 30 hezar Dolarî pêk hatibû.

Wê Nûçegihaniyê daye zanîn, Îtilaata rejîma Îranê givaş xistibû ser jina kesê mebesdar û ji bo hevkarîkirinê pêşniyara deh hezar Dolarî kiribûn û gef jî li wê xwaribûn ku ger wê pêşniyarê qebûl neke dê malbata wê di Îranê de rastî azarê bînin.

Heta nih çendîn caran rejîma Îranê di Tirkiyê de hewila dizîna dijberê xwe daye û meha Rêbendana sala par jî karmendek balyozxaneya Îranê di Îstanbolê de seba desthebûn di qetila “Mesûd Mûlewî” kesê berê yê Îtilaata rejîma Îranê ku li Tirkiyê dima, hate binçavkirin.

“Hebîb Esîwed” jî rêberê yek ji girûpên diberê rejîma Îranê, salek berî niha di Îstanbolê de ji aliyê Îtilaata rejîma Îranê ve hate dizîn û ew hewila terorîstî serkevtî bû.