Kurdistanmedia: Dewleta tirkiyê piştî ragehandin û xwe amada kirina di wan çend rojan de bo êriş kirina ser Rojavaya Kurdistanê, demekê pêş niha, êrişa xwe destpê kiriye.
“ Receb Teyîb Erdoxan”, serkomarê Tirkiyê, êrişa ser Rojavaya Kurdistanê, destpêkir.
Di yekem êrişê de, bajarên “ Sere kanî” û “ Kobanê”, bûne emanca balafirên Artêşa Tirk.
Pênc cih li “ SerekanΔê ji aliyê Tirkiyê ve hatine bombebaran kirin û balafirên şerker ên Tirkiyê jî di esman dewerê lê didin.
Hêzên Sûriya Demokrat(HSD), daxwaz ji Amerika û hevpeymanên naw-dewletî kirine, dewera dije firîn ser xaka Rojavaya Kurdistanê rabigehînin.
“HSD” daxwaz ji Amerika û hevpeymaniyan dike ku bo parastina xelkê sivîl ji êrişên balafirên Tirkiyê, dewera dije firîn rabigehînin.
“ Mistefa Balî” berdewkê hêzên Demokratika Suriyê, ragihandiye: firokeyên tirkiyê, dewerên sivîl kirine emanca xwe.
Hevdem li gel êrişên balafirên Tirkiyê, topxaneya Tirkiyê jî Rojavaya Kurdistanê topbaran dikin.
Tirkiye bi rêya Topxanê, gundên “ Elmişrafe” a girêdayê bajarê “ Kobanê” kirine emanca topên xwe.