
Kurdistanmedia: Serkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehand ku wê êrîşê bikne ser rojhilatê Firatê.
Receb Tayîb Erdogan Serokomarê Tirkiyê got:
Heta ku em pirsa Sûriyê çareser nekin, em nikarin aramiyê bibînin. Tirkiye rêzê ji serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê digre. Bi operasyonên Mertala Firatê û Efrînê me derbên mezin li DAIŞ û YPG`ê dan. Civaka Navnetewî û birayên Ereb baş dizanin ku, em çima çûne wan deran.
Me pilan û pirojeyên xwe derbarê rojhelatê Firatê jî temam kirine. Ji xwe beriya çend rojan me êrîşeke sînordar kir. Di demeke nêzîk de emê êrîşên mezintir encam bidin. Wek her tim dibêjim: "Şevekê ji nişkê ve, emê werin".