Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye guh nade dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

11:22 - 1 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Serbarê vê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza serbest berdana Demirtaş kiriye û dike, lê Tirkiye amade nîne ku wê biryarê cîbicî bike.

Tirkiyê ku bi hezaran endam û alîgirên HDP`ê xistine nav girtîgehê de, û li gora gotina karnasên siyasî û şarezayên pirsên Tirkiyê, ew girtin li dervey yasyaê ne, û siyasî ne, û tenê bo awazkirina Kurdan û bi taybetî HDP`ê ne, Demirtaş jî eva du sal e di girtîgehê de ragirtiye, ku wê demê kesê yekem ê HDP`ê û kesayetiyê herî bibandor di Bakura Kurdistanê û Tirkiyê de bû.

Girtina Demirtaş demokrasiya di Tirkiyê de biriye jêr pirsyar, û YE dibêje ku Tirkiye bi van destbiserkirinên dervey yasayê, mafê mirovan binpê dike û ji demokrasiyê dûr dikeve.

Eva cara çendê ye ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza berdana wî dike, lê Tirkiye wê pêşniyarê ret dike.

Duh di 19.emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê de jî, daxwaza berdana Demîrtaş ku 2 sal in girtî ye, û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) xwestibû bê berdan, red kir.

Hevserokê Giştî yê HDP”ê berê Demîrtaş, piştî daxwaza azadkirina wî ji aliyê 19.emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ve hat redkirin li ser hesabê xwe yê “Twitter”ê daxuyaniyek da.

Demirtaş got: "Dadgeha ku wiha dizane min dadirizîne, ji xwe ji roja yekem ve bi eşker digot ez qanûnan nas nakim. Gelo dadgeha ku qanûnan nas neke, ma emê jê re bibêjin dadgeh? 12`ê Kanûnê, di rûniştina Enqerê de nizanim wê çawa berê xwe bidin min. Lê bila li bendê bin, têm rûniştinê. Tiştên bibêjim hene…".

Yek ji mercên herî girîng yên YE ji Tirkiyê, bona vê ku Tirkiye bikare bibe endam di YE de, ew e ku mafê Kurdan berçav bigre û binpê neke, lê Tirkiyê berevajî dema ku bas ji çareseriya pirsa Kurd tê kirin, wê pirsê girê dide bi pirsa terorê, û radigehîne ku kêşeyek bi navê Kêşeya Kurd di tirkiyê de nîne.