
Wezîrê Bergirî yê Tirkiyeyê û Amerîkayê li Brukselê civiyan. Hulusî Akar bona şer û egera rûbirûbûna zêdetire di Îdlibê, daxwaza zêdetir alîkariyê ji Amerîka û NATOyê kir.
Wezîrê Bergirî ya Tirkiyeyê Hulusî Akar, li Brukselê, Biryargeha NATOyê bi Wezîrê bergirî ya Amerîkayê Mike Esper re civiya.
Di civînê de, mijarên ewlekarî û parastinê yên Iraq û Sûriyê hatin gotubêjkirin.
Akar ji daxuyaniyên dawî yên berpirsên Amerîkî dilxweşiya xwe anî ziman û ji Amerîka û NATOyê bo mijara Îdlibê daxwaza zêdetire alîkarî û piştevaniya bi kiryar kiriye.
Rûsiyê ragihand: Tirkiyê ji alozkirina rewşa Idlibê berpirsiyar e
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di kongreyek rojnamevanî de ragehand, ku sedema alozbûna rewşa niha li Idlibê nepabendbûna Tirkiyê bi bendên rêkeftina Soçî ye û Enqere çekdarên tûndrew veguhestine wê deverê.
Zaxarova got, ku Rûsya bi rêkeftina Astana û Soçî pabend e û rijd e liser berdewamiya karên hevbeş..