Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê kêşana 81 KM dîwar di navbera xwe û Îranê de tewaw kir

11:08 - 5 Kanûna pêşîn 2020

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, ku karê kêşana 81 KM dîwar li ser sinorê di navbera Tirkiyê û Îranê de hate tewawkirin.

Silêman Soylu Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi belavkirina çend wêneyan ji proja çêkirina dîwar ragihand, ku me karî kêşana dîwarê ser sinorê di navbera xwe û Îranê de bi dirêjiya 81 KM dawiyê pê bînin.

Tirkiyê 534 KM sinorê hevpar digel Îranê heye, ku bi armanca pêşîgirtin ji hatûçûna neyasayî û hêzên siyasî yên Kurd yên dijberî Tirkiy û penaberan, bi rêkevtin di gel Îranê biryar dabû ku 114 KM dîwar li ser sinor bikêşe.

Gorî rêkevtina Tirkiyê ya digel Îranê û biryara çêkirina wî dîwarî, di sala 2014an de dest pê kiriye, sala 2016an Tirkiyê ragihan ku 80 KM çêkiriye, lê piştî derbasbûna 4 salan, tenê basê zêdebûna kîlometrekê ji çêkirina wî dîwarî hatiye ragihandin.