Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê kirîna ferşan ji Îranê qedexe kir

17:17 - 13 Çirriya pêşîn 2021

Tirkiyê ku yek ji welatên herî girîng yê ticareta ferşên Îranê bû, kirîna ferşên Îranê qedexekiriye û ticareta ferşan bi yekcarî rawestiya ye.

Ferşên Îranê yên ku bi dest dihatine raçandinê yek ji dahatên girîng bo xelkê Îranê bû lê bi sedema siyasetên seqet û kawilker ên rejîma Îranê ji nav diçe û dewleta Tirkiyê jî kirîna wan ferşan ji Îranê qedexe kiriye ku karlêkeriyeke rasterast li ser berhemanîn û pîşeya ferşên raçandî ên destî heye û derbeke giran bi wê pîşeyê ye.

Rejîma Îranê bi sedema dorpêçan aborî rastî îflasê hatiye û nekariye hunera raçandina ferşan biparêze û bi qedexekirina kirîna wan ferşan ji aliyê Tirkiyê û Azerbaycanê ve ku welatên herî girîng ên xwazyarê ferşên Îranê bûn, êdî renge ew ferş neyêne raçandin.

Pêka amarên Oda Bazirganiya Tehranê, di 3 mehên destpêkî yên îsal de bi tenê 5 milyon Dolar ferş hatine firotin ku bi wateya rawestiyana tevaw a firotina ferşan e ku di wan çend salên dawiyê de zêdetir ji 2 milyard Dolar ferş bo welatên Tirkiye, Azerbaycan, Îmarat û Pakistanê dihatine firotin û beşeke wan ferşan ji wan welatan ve bo Ewropayê dihatine şandinê lê niha bi sedema şerxwazî û afirandina fitneyên rejîma Îranê firotina ferşan jî rawestiya ye.