Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye: Me tu pirsgirêkek digel Kurdên Îraq û Îranê tinîne

11:12 - 6 Adar 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê, got me tu pirgirêkek digel Kurdên Îran û Îraqê tunîne.

Mewlûd Çavûş Oglû, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê di civînekê de ragehand, me kêşe digel terorîstan û saziyên terorîstî heye, tu kêşeyek digel bira û xokên xwe yên Kurd yên li Îraq û Îranê tunîne, lê ev axavtinan di demekê de ne ku, di heyama çend rojên borî de, Receb Teyb Erdugan, serkomarê wî welatî di civînekê de gotibû ku, me tiştek bi navê Kurdistan nîne, û her kes jî ku keyf ji Kurdistanê tê, dibe biçe bo Îraqê çimkû Kurdistan wire.

Herwisa ev axatinên rayedarên Tirkiyê yên derheq Kurdên wî welatî de, di demekê de ne ku, Kurdistana Tirikiyê mezintirîn axa Kurdistanê li xwe digire, û bajarên herî kevin di warê kultûr û çandî û dîroka Kurd li xwe digire.

Rayedarên Tirkiyê di heyamên hibijartinan de, rû li bajarên Kurdistanê dikin, û Kurdan wekî xok û birayên xwe binav dikin lê, piştire tiştek bi navê Kurd yan neteweyek bi navê Kurd, li bîra van namîne.