
Kurdistanmedia: Tirkiyê ragehand ku ew êrîşên xwe ên li ser hêzên dijber di Îraqê de nasekinînin.
Piştî vê ku du roj berî niha firokeyên Tirkiyê êrîşeke berfireh kirin ser binke û baregehên PKK li derdora Mexmûr, Şengal û çiyayê Qereçox, Bexdayê bi awayekî fermî ragehand ku ew yek binpêkirina serweriya xaka Îraqê ye, û gef e li ser xelkê sivîl. Di vê derheqê de hikûmeta Îraqê balyozê Tirkiyê ji Bexdayê gazî kir.Tirkiye bi berdewamî êrîşê dike ser binkeyên PKK li bakûra Îraqê, û dibêje ku PKK çiyayên bakûra Îraqê wekî baregehên xwe bi kar tînin, û ji wir ve wê êrîşê dikin ser Tirkiyê.
Tirkiye herçend radigehîne ku ew bi hestiyariyeke zêde ve wan êrîşan pêk tînin da ku xelkê medenî nebin armanc, lê berevajî hertim em dibînin ku xelkê sivîl dibin armanca wan êrîşên wan. Heya niha dehan carî xelkê medenî ên Başûra Kurdistanê di encama van êrîşan de hatine kuştin yan bi giranî birîndar bûne. Li êrîşa vê dawiyê de jî çar jinên kempa Mexmûrê bûne armanaca vê êrîşê.
Tirkiye wekî deshilatên pêşîn ên Tirkiye û Îraq û Sûriyê, tenê vê riyê nas dike bona tunekirina hêzên rizgarîxwaz ên Kurd, lê dîrokê nîşan daye ku gelê Kurd di tu perçeyekê de li bin êrîşên herî hovane de jî serî netewandiye û ber xwe daye. Tenê rê bo aştî û aramiyê dana mafê hemû pêkhateyan e bi bê ferq û cudahî.