Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye pêdagir e li ser dagîrkirina Rojavaya Kurdistanê

12:08 - 29 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Behsa Rojavaya Kurdistanê û bi taybetî Minbic yek ji behsên herî germ ên herêmê ye û Tirkiye zêdetir ji her aliyekî din pêdagir e li ser dagîrkirina vê beşa Kurdistanê.

Tirkiye ku bi hêceta hebûna HSD`ê dixwaze têkeve nav Rojavaya Kurdistanê, û vê hêzê girêdayî PKK dizane, lê HSD radigehîne ku armanca Tirkiyê dagîrkarî ye, û heya niha ji sînorên me ve tu êrîşek li dijî Tirkiyê pêk nehatiye û Tirkiye li dijî avabûna deshilatekê ye ku Kurd bi rê ve bibin.

Ji aliyekî din ve HSD`ê ragehand ku mafê Hikûmeta Sûriyê ye ku bê nav Minbicê, ne mafê Tirkiyê. Piştî daxuyaniya HSD`ê hêzên Beşar Esed heya nêzî Minbicê hatin.

Hevpeymaniya Şerê Li Dijî DAÎŞ`ê jî bi belavkirina daxuyaniyekê ragehandiye ku heya niha jî di nava Minbicê de hêzên me hene û tu guherînkariyek di hêzan de pêk nehatiye.

Lê vîdeyoyên ku belav bûne nîşan didin ku Hêzên Hikûmeta Beşar Esed heya derdora Minbicê belav bûne, û alaya hikûmeta Sûriyê bilind kirine.

Fermandê Giştî ê Arteşa Sûriyê jî bi eşkere ragehand ku hemû xaka Sûriyê dibe ku bikeve bin destê hêzên me de.

Di vê navberê de hêzên Kurdî ku bi salan e ku li wir şerê DAÎŞ`ê dikin, û zêdetirîn qurbanî dane, cardin dibin qurbaniyên danûstandinên siyasî û bazaerganî û dibin qurbaniyê berjewendiyên mezinhêzên wekî Rûsiye û Amerîkayê, û piştre jî Tirkiye û Sûriye û Îranê.

Di vê navberê de rexneya ku herî zêde ji aliyê çavdêran ve li Kurdan tê kirin jî, ew e ku mixabin di van çend salan de li hev nekirin û beşek ji hêzên Kurdan di çarçoveya ENKS`ê û Hêza Roj li derveyî deshilatê de man. Ew lihevnekirina di navbera wan de, di diyalog û danûstandinên siyasî di asta herêmî û navneteweyî de Kurd lawaz hêlan, û niha jî encama wê bi çavên xwe em dibînin û tirs awê heye ku Kurd di vê parçeyê de deskevtên bidestxistî ji dest bidin.

Niha Kurd di Rojavaya Kurdistanê rojên herî hestiyar û dîrokî derbaz dikin û dibe em li bendê bin û bizanin ka ewê di asta navneteweyî de çawa bikarin berjewendî û deskevtên xwe di hemberî dujminên herêmî û navxweyî de biparêzin.