Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê toreke 11 kesî ya girêdayê Îtla`ata rejîma Îranê binçav kirin

11:34 - 15 Kanûna pêşîn 2020

Polîsê Tirkiyê bandeke 11 kesî li Stenbolê binçav kirin ku bona kuştin û revandina dijberên rejîmê, dest digel Wezareta Îtla`ata rejîma Îranê hebûne.

Roja Duşem 14 Kanûna pêşîn a 2020an, polîsê Tirkiyê 11 kes bi sûçê girtin û revandina neyarên Îranê di wî welatî de binçav kirin û serokê wê banda hevdest digel rejîma Îranê kesek e bi navê “Nacî Şerîfî” ku qaçaxçiyê madeyên hişber e.

Dawî kiryara wê bandê, eva bû ku Hebîb Esîwed yek ji rêberên tevgera Erebên Ehwazê girtin û revandin û tesîmî rejîma Îranê kirin.

Rojnama “Washington Post” di raporekê de eşkere kiribû ku, wê bandê “Hebîb Esyûd” girtine û bi madeyên hişber bêhiş kirine û piştre ji Stenbolê ber bi Îranê ve birine û radestê Îtla`atê kirine, û rejîmê jî ragihand ku “serbazên bê nav û nîşan yên Îmamê Zeman karîne wî dijberê rejîmê bigrin û bînin”.

Hebîb Esîwed ji rêka jinekê ve a bi navê “Sabirîn” bo Tirkiyê hatibû kêşan û piştre banda qaçaxçî bi serokatiya “Nacî şerîfî” dikare wî çalakvanê Ereb bêxe nava tora xwe û bigre û radestî Îtla`atê bike.

Gorî rapora polîsê ewlehiya Tirkiyê eşkere dibe ku banda “Nacî Şerîfî” ji bilî radest kirina Hebîb Esîwed bi Îranê re, di kuştina neyarên rejîma Îranê de alîkariya Wezareta Îtla`atê dikir.

Sê sal berî niha Se`îd Kerîmiyan Birêveberê Koma televîzyonên “Gêm Tv”yê bi 27 gullan di Stenbolê de hate kuştin.

Qurbaniyek din, Mesûd Molewî kesek ku berî hingê Endamê wezareta bergirî ya rejîma Îranê lî warê ewlehiya saybêrî bû, û revî bû bo Tirkiyê û bibû dijbrê rejîma Îranê, ew jî 13 mehan berî niha di taxa Şîşliya Stenbolê de hate kuştin, piştre polîs ragihand ku bikuj bi navê Ebdulwehab Kuşak girtine, wî bo bandekê kar dikir, ku polîsê Tirkiyê girtina 11 kesên wê ragihand.

Serkirdê wê bandê kesek e bi navê “Nacî Şerîfî Zindeştî” ye ku qaçaxçiyê madên hişber e, 2 sal berî niha carêkê polîsê Tirkiyê bi sûçê kuştin û qaçax mafiyayê ew binçav kirin, di halekê de ku dadistanê daxwaza 4 caran hebsa heta hetayî jêre kiribû, lê Nacî bi awayekî cihê şikê di hebsê derkevt û zivirî Îranê. Dema ev wedigere Îranê îsbat dibe ku ew bal rejîmê kesekî gelek girîng e û parêzer û çekên taybet dêxine xizmeta wî.