Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê û Îranê li ser operasyona li dijî ‌hêzên dijberên xwe li hev hatin

11:22 - 9 Îlon 2020

Tirkiyê û Îranê di daxuyaniyekê de ku piştî Civîna Konseya Hevkariyê ya Asta Bilind a herdu welatan, dane zanîn ku, divê herdu welat li dijî hêzên opozîsiyon yên dijberên xwe operasyonên hevbeş pêk bînin.

Piştî Şeşemîn Civîna Konseya Hevkariyê ya Asta Bilind di navbera Tirkiye û Îranê de, daxuyaniyeke hevbeş weşandin, û li gor daxuyaniyê ku dane zanîn, hêzên opozîsiyon yên dijberên wan li ser sînor gefek in bo ewlehiya welatê wan û li dijî wan operasiyonên leşkerî pêk tînin.

Hikûmeta Tirkiyê û rejîma Îranê heta niha çendîn caran di astên bilin de lihev hatine ku li dijî hêzên opozîsiyon yên dijerên wan operasiyonên leşkerî pêk bînin û ew herdu welat hêzên dijber bi gefekê li ser welatên xwe dizanin.

Eva jî di halekê de ye ku, hêzên opozîsiyon yên dijberên herdu welatan tenê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, lê ew herdu welat netenê mafên wan hêzên dijber qebûl nakin, belkî wan bi girûpên terorîst bi nav dikin.