Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirs û leriza rejîma Îranê ji şoriş û serhildana xelkê

13:33 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2021

Rejîma Îranê bo pêşîgirtin ji şoriş û serhildana xelkê bi dijî siyaset û karên xwe yên gemar hêzên xwe ên tepeserkar birine nava bajaran de.

Pêka vîdiyoyên belav bûyî roja Pêncşem 29ê Tîrmehê rejîmê rewşeke ewlehî di nava bajarê “Sine”ê de afirandiye û hejmarek zêde ji hêzên xwe ên tepeserkar birine nava bajarê “Sine”yê de û hêlla “Internet”ê  di wî bajarî de gelek lawaz kiriye ew karê rejîma axundî ji tirisa serhildan û şorişa xelkê nerazî ji siyaset û karên xwe yên gemare.

Rejîma dagîrkar dizane ku xelkê Kurdistanê bi hemû awayekê bi dijî wê rejîmê derdikevin û dizane ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê daxwaza çi dike, lewma bi hemî awayekê xelk xistiye bin çavedêriya xwe û rewşek ewlehî di nava bajarên Kurdistanê de afirandiye , û ev tirisa rejîm piştî çûna bi lezgîn a Fermandeyê terorîst “Hûsên Selamî” bo bajarê “Sine”ê di çend rojên derbas bûye  û silogan û gotinên wî de xuya bû ku rejîm tirsek zêde ji serhildana xelkê Kurd heye.