Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirs û xofa rejîmê ji hêza Pêşmergên Kurdistanê

12:14 - 30 Hezîran 2020

Sipaha terorîste pastaran, ku di rojên 16 û 17ê Hezîranê deverên ser tixubê di navbera Rojhilat û Herêma Kurdistanê da ber agirê Topxanê û gelek xisar gihande jînge û rez û baxê xelkê Başûra Kurdistanê, gorî axivtina pastar Osanluyê terorîst, fermandê Qerargeha Hemze, manovrek bûye bona ceribandina hêza xwe di hember, hêza Pêşmergên Kurdistanê.

Roja 15ê Hezîranê Sipaha terorîste pastaran, li deverên ser sinûre bajarên Şino û Pîranşehrê, bo hêzên xwe û bi taybetî bo Caş û xwefiroşan birêve bir, ku ewajî nîşana tirs û xofa rejîmê ye ji hêza Pêşmerge û gelê Kurd.

Pastarê Osanlu yê terorîst, dibêje me hêzên xwe ceribandin ku kanê dê bikarin 5 kîlometran bi pêyan rê biçin yan ne, her ewa bû ku gorî daxûyaniya dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmerge, dema ku hêzên rejîmê nêzûkî çeperên Pêşmergan dibin dikevne ber agirê desrêjiyê û bi awayekî tirsnakane, bi serşorî direvin û şikestê dixon.

Osanlu di demekê de basê serkevtî bûna vê Manovrê dike ku ne Topbarana 2 rojan ser heve çi xisarek bo hêza Pêşmerge hebû, ne hêzên rejîmê karîn nêzîkî çiyayên kurdistanê bikevin, ne cureta xweragiriya di hember hêza Pêşmergê kurdistanê de hebûn, belkî tenê bi serşorî û şikestxwarî ser devsa xwe de vegeriyan.