Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa rejîmê di Kurdistanê de çend hember zêde bûye

13:23 - 20 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Binke û navendên leşkerî yên rejîma Îranê yên  di Kurdistanê de, bi mebesta serkutkirina xelkê Kurdistan û pêşîgiritin ji çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”,  xwe ji encamdana tu kareke nemirovane naparêzin.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, hevwelatiyên bajarê Serdeştê ragehandine ku, saziya Spaha Pasdaran ya terorîst a Îranê, riya devera “Qindol” ya vî bajarî daxistiye, û tu riyeke hatinûçûnê ji bo hevwelatiyên vê deverê nehêlaye.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de ragehandiye ku, hêzên Spaha terorîstî  a Pasdaran ya rejîma Îranê, piştî vê ku ev sînorane daxistine, hatinûçûna hevwelatiyên akincî yên gundê “Qindolê” ji bo vî gundî gellek dijwar bûye.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di demên berê de jî bas ji vê kiribûn ku, piştî şerê serkevtiyane ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li hemberî hêzên Spaha Pasdaran a terorîstî ya rejîma Îslamî a Îranê, berpirsên vê rejîmê hêzên leşkerî, çek û teqemeniyên giran û sivk ji bo deverên Kurdistanê şandine.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, pêdagirî jî kiriye ku, piştî vê ku di devera “Siyakêw”  ya girêdayî bajarê “Şinoyê”  de şer çêbû, û pêşmergeyan destanrêsiyeke din tomar kirin, fermandehiya giştî ya henga sînorî ya deverên rojavaya Îranê di bajarê Bokanê de digel endamên Spaha Pasdaran ya rejîmê civiya.

Şeva 18`ê Cozerdana 1397`an, “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di şerê “Siyakêw” de derbeyeke giran li hêzên rejîma Îranê xistin, û çendîn kes ji hêzên dijmin birîndar kirin û kuştin, û rejîm jî bi awayê tund hemû karûbarên rojane yên xelkê vê deverê çavdêrî dike.