
Kurdistanmedia: Rejîma Komara Îslamî a Îranê di berdewamiya hewlên dijberîkirinên xwe yên li hemberî xelkê Kurdistanê de, li tirsa weşana dengê mafxwazî yê gelê Kurd, parazêtê dixîne ser televîziyona “TISHK TV”yê.
Li gorî nûçeya ku gehîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 9`ê Xakelêweyê, li bajarên Kurdistan û bi xasmanî bajarê Bokanê, li ser kanala televîzyona “TISHK TV”yê parazêt xistiye, da ku pêşî ji weşana vê di wan deveran de bigire.
Rejîma Komara Îslamî a Îranê, li tirsa weşana dengûrengê xelkê xebatkar yê Kurdistanê, û herwisa li tîrêjên xebata xelkê Kurd, bi awayên cuda hewla bêdengkirina dengê xelkê Kurdistanê dide, û bi xistina parazêtê li ser ferekansa “TISHK TV”ê yek ji van hewlane .
Her di vê pêwendiyê de, roja Çarşemî, 29`ê Reşemeha 1397`an, li bajarên Kurdistan û bi xasimanî li bajarê Rewanserê, parazêt xistiye ser ferekansa “TISHK TV”ê da ku pêşî ji weşana pirogramên vê kanala Kurdî di vê deverê de bigire.