Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa tûşbûna bi Korona yê li ser kadrên dermanî heye

16:25 - 12 Adar 2020

Piştî bevbûna Vîrûsa Korona, rewşa bajarê Seqizê zêde şipirzeye û xelk di bin gefa micid a vê vîrûsê dene.

Welatî basdikin ku, bi vê hegerê ku emraz û pêregihîştina hewce bona xweparastin ji vîrûsa Korona yê di nexweşxaneyên Bajarê Seqizê de nehatine dabînkirin, renge kadrên dermanî yên wê nexwşxanê tûşî vîrûsa Korona yê bibin.

Pizîşkan baskirine ku bi hegera tinebûna emrazên hewce yên pizişkiyê, nesax di rewşeke xirab de têne razandin.

Heya niha çendîn pizîşk li ser astê Îranê, bi hegera tûşbûna bi vîrûsa Koronayê, canê xwe  ji dest dane.

Di bajarê Seqizê de, pêka amarên rejîmê, heya niha, zêdetir ji 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Xelkê bajarê Seqizê, bona parastina xwe ji vîrûsa Korona yê, bi xwe dest bi paqijkirina cihên giştî yên bajar kirine.

Xelkê Seqizê baskirine ku, rejîma Îslamiya Îranê, ti cehdek erênî encam nedane û xelk bi xwe, destbikar bûne.

Piştîbelavbûna nexweşiya Korona di Rojhilatê Kurdistanê de, rewşa bajarên Kurdistanê ji aliyê xelkê xwe ve bi awarte hatiye ragihandin.

Karbidestên rejîmê, derheq nûçe û azniyarian yên li ser nexweşiya Korona yê, rastiyan ji xelkê vedişêrin.