Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa Zordar

17:44 - 6 Tebax 2020

Kerîm Perwîzî

Di wê demê de ku her tak an jî sîstemek rastî metirsiyê tê, şêwaza bersivdan bi metirsiyan û gefan, nikare ji pêkhateya hundirî wê takê yan wê sîstemê dûr be.

Bi vê wateyê ye ku nabe gefeke maddî yan nexweşiyek ku xerceke madî ya zêde heye, pêsîra mamosteyekî/ê zanîngehê bigre, û berteka wî/ê mamosteyî/ê ev be ku li ser bankekê de bigre, û pereyê wê bidize! Her di heman demê de nabe heman metirsî pêsîra çeteyekê bigre û te çavnhêriya vê yekê hebe ku ew çete here îdareya kar û daxwaza kar bike, da ku pareyê nexweşiya xwe bi dest ve bîne!

Sîstema koloniyalîstî jî berevajî sîstemeke xelkî di demên krîzan de helwestê digre, û helwesta her yek ji wan, ji sîstem û pêkhateya hundirî ve çavkaniyê digre.

Dema ku sîstema xelkî rastî krîz û arîşan tê, ji rêya yasayan ve hewla çareseriyê dide, û dema ku her çareser nebû, hawara xwe dibe ber dengê xelkê, da ku di hilbijartinên din de kesanên din û bernameyên din bipejirînin. Di sîstemeke koloniyalîstî ya wekî Komara Îslamî de berdewam wekî koloniyekê çav li derdorê dike, û xwe wekî koloniyeke din dibîne.

Ji aliyekî ve hewl dide ku dubare axayekî din peyda bike, û bibe xulamê wî axayî, û wisa dizane ku hemû cîhan li ser bingeha koloniyom yan xwediyê kolonîbûnê dizivire, û ger axa û koloniyalîsteke wekî Birîtaniya ji dest daye, dibe here Çînê peyda bike, da ku “Weliyê Feqîh” xulametiya alaya sor ya komonîzma Çînê!bike.

Di heman kiryara du cemserane de jî, dema ku Amerîka û Îsraîl bi berdewmî hêzên Spaha Pasdaran li deverê dikujin û bordoman dikin û heta di nav Tehranê de binkeyên “Parçîn û Netenz”ê jî dikin armanc, ew sîstema kolonalîstî  bixwe nayê, da ku bêje ez nikarime Îsraîlê, belkî çimkî bingeha bîrkirina wê li ser “jêstgirtin”eke bêçine û vala hatiye avakirin, bo qerebûkirina wê sivikaytiya leşkerî ya ku pê dikin, dibe karekê bike, û nikare şerê rastewxwe digel Amerîka û Îsraîlê bike!

Di wê haletê de ji bo qerebûkirina ew sivikatiyên ku bi wê hatine kirin, û hiloşîna abrû û hetikekê ku di rastî de her wê tuneye, êrîş dike ser kesên lawaz û kêmhêz, û dixwaze tola şikesta hundirî ya xwe bi destbilindkirin li bêhêz û bindestan hilîne, yan tola xwe ji wa kes û aliyan hilîne, ku bi salan e, li wan kîndar û dax li dil e. Roja 13`ê Gelawêjê, çend rojan li pey hemû teqîn û wêrankariyên li binke û padiganên Spaha Pasdaran di çend cihên Îranê de, Spaha Pasdaran bi mûşek û top û katiyûşayan cardin çiyayên Kurdistanê daye ber agirê kerb û kîna xwe, û xisareke zêde gihande sirûşt û dahata Kurdistanê û xelkê deverê.

Sîstema koloniyalîstî wekî desthilata cihgirtî li Tehranê, li ber valakirina kîna xwe ya derûnî, û bo veşartina şikestên xwe û veşartina tirsa zêde ji neman û herifîna sîstema xwe, bi çend mûşek û topan Kurdistanê dike armanc; lê tenê û tenê îsbat dike, ku ew sîstema kavilbûyî êdî

Tu derfeteke wê bo manê nemaye, û hemû gurregirr û hawara wê bo vê ye ku, di tenêtiyê de asê bûye, û dixwaze dengvedana gurregurra xwe bibihîze!