Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiştên bingehîn rekurda bilindbûna nirxan di bazarê de heye

11:14 - 28 Îlon 2021

Wezareta “Semt” di nûtirîn amara xwe de ragihandiye, nirxa cura birincê navxweyî di meha Gelawêja îsal de zêdetir ji %43 bilind bûye, lê di navbera curên “birinc, goşt û şeker”ê de nirxa şekerê ji hemûyan zêdetir bilind bûye.

Bilindbûna nirxa birincê di halekê de ye ku di heyama çend mehên derbasbûyî de, gengeşeyek zêde li ser kêmkirina heyama qedexekirina demsala hawirdekirina birinc di navbera hawirdekaran de hebûye.

Birêveberê şîrketa bazirganiya rejîmê gotiye, hişksaliya 50 salên derbasbûyî, ziyanek zêde bi berhema çandiniyê û yek ji wan birincê gihandiye û heta vê astê ku berhemanîna birincê navxweyî nêzî 18 heta %19 kêm bûye.