Setelayta “NASA”yê bi belavkirina wêneyên esmanî, cihê tonêl û kanalên mûşekî yên binerdî yên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst eşkere kir.
Pêka vîdiyoya ku ji aliyê Saziya Esmaniya “NASA”yê ve hatiye belavkirin, rejîma Îranê li sala 2015an mijûlî lêdana tonêl û kanalên veşartî yên mûşekî li nêzî bajarê “Xumeyn” yê ser bi parêzgeha Merkezî ye.
Çêkirina wan tonêlên veşartî ji aliyê Spaha Pasdaran ve her berdewam in, lê hêj nexuya ye ku ew tonêl bo damezraveyên etomî ne yan jî bo çalakiyên mûşekî yên rejîm Îranê ne û rejîm sermayeguzariyek zêde li ser wan tonêl û karên xwe yên veşartî dike.
Herwisa di çend rojên derbasbûyî de jî du tonêlên mûşekî yên veşartî yên Spaha Pasdaran a terorîst di çiyayên Kirmaşanê de ji aliyê du damezraveyên lêkolîneyî yên cîhanê ve hatine peydakirin û ew tonelên mûşekî yên nû hatinî peydakirin yên Spaha Pasdaran a terorîst bûn.
Eva çendîn car e ku wiha tonelên rejîmê yên veşartî ji aliyê damezraveyên cîhanê yan jî “NASA”yê ve têne peydakirin.