Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

tonêlên befrê riya xwendingehên zarokan in

17:24 - 17 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Xemsariyên berpirsên rejîmê, di deverên dor û hejar yên welat de, bûye sedema astengan li ser rêyên xwendingehan.

Bi sedema xirab bûna rê û xemsariyên berpirsên rejîmê, derheq  deverên dûr û hejar yên welat de, bûye sedema bêparbûna van ji hebûna hewcehiyên serekî, yên demsala zivistanê, ku bi sedema barîna berfê û herwisa sirr û seqemê, dersxwen bo çûna bo xwendingehan rastî pirsgirêkan dibin, û neçar dibin di nav berfa zêde de tonêlan lê bidin.

Di gellek gund  û bajarên Kurdistanê de, rejîm bo pêşîgirtin ji birêveçûna piroseyên perwerde û hînkirinê, tevî  vê ku agehdarê arîşe û astengên berdewam yên li ser riya perwerdekirina zarok û ciwanan in, lê, ev tu hewlekê bo çêkirina rê û rewşa xwendingehan nadin, û rojane zarok rûbirûyî astengan dibin.

Meha Cozerdana îsal, “Mêhrula Rexşanî Mêhr” serokê saziya nûjenkirin û, zêdekirina xwendigehên rejîma Îran, di civîneke rojnamevanî de îşare bi wê kiriye ku, %27 ji xwendingehên Îranê di warê avakirinê de bê bingeh tên çêkirin.