
Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku rejîma Îranê li sibêdeha roja Duşemî 22ê Xermananê, bo careke din axa Kurdistanê topbaran kiriye.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxyaniya jimare 4 a Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
Hêzên rejîma Îranê li topbarankirina deverên çiyayî yên Kurdistanê berdewam in.
Topbarankirina deverên çiyayî yên Kurdistanê ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ve berdewam e û çendemîn car e ku dest bi topbarankirina wan deveran kirine.
Roja Duşemî 22ê Xermanan a sala 1400sn a Rojî, li demjimêr 8ê bi8 dema Hewlêrê, ji nû ve hêzên rejîma Îranê deverên “Berbezîn û Sîdekan” topbaran kirine.
Ji roja Pêncşemî 18ê Xermananê ve, bombebaran û topbarana deverên çiyayî yên Kurdistanê destpêkiriye û di wan êrîşane de ji 16 balafirên bê pîlot mifah vergirtine û zêdetir ji 15 caran bi awayê carcar bi top û katyûşayan êrîşî li ser deverên çiyayî kiriye û nêzî bi hertimî, balafirên bê pîlot li esmanê deverê de digerin.
Di wan êrîşên rejîma Îranê de li ser wan deveran, xisarên malî bi xelkê deverê û karên wan kevtiye û ti xerasreke canî bi Hêza Pêşmergê Kurdistanê nekevtiye.
Dezgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
22ê Xermanana 1400an a Rojî