
Kurdistanmedia: “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” daye xuyakirin ku: Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îslamî ya Îranê, di topbarankirina çiyayên Kurdistanê de berdewame.
“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” daye eşekere kirin ku, Îro Înê rêkevfta 16`ê Xermanana 1397`an, demjmêr 4 sibezo yê, hêza dijî gelî a rejîma komara Îslamî a Îranê cardin, bi top, katoşa û xompare deverên çiyayên Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr bi tundî kiriye armanc.
Li gorî raporta “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, topxaneyên rejîma Îslamî a Îranê, deverên “Sîdekan” û “Çûman” bi tundî topbaran kiriye û di encamê de jî, zirara madî a zêde ber baxçe û erdê xelkê akincî yên van deveran ketiye.
Li gorî vê raportê, topxaneyên rejîma Îranê, di topbarankirina baregeh û stragehên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” de berdewam in.”
“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” şeva borî di daxuyaniyek de belav kir ku, ev kiryara dijî gelî a komara Îslamî a Îranê, bi hinceta hebûna binke û baregehên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li ser sînorên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye, û ev yeka jî di demekê de ye ku hêza Pêşmerge di nav xweyî Kurdistanê di qadan de ye: Lê rejîm, hêza dijî gelî a xwe bi awayê berdewam di kûrahiya axa Kurdistana başûr de ji bo berevanîkirinê bi kar aniye.