Êrîşa Spaha Pasdaran a terorîst bi top û katiyûşayan bo ser axa Kurdistanê berdewam e û duyemîn roj e ku Spaha Pasdaran a terorîst dest avêtiye bi topbarankirina çiyayên Kurdistanê.
Roja Çarşemî rêketa 28`ê Cozerdanê (17`ê Hezîran), careke din Spaha terorîst devera “Alane” a ser bi herêma Kurdiastanê topbaran kir.
Roja derbasbûyî jî Spaha Pasdaran a terorîst devera “Alane”yê topbaran kir.
Di wê topbaranê de ziyana madî û canî li pey xwe ve neaniye, lê panatiyeke berfireh ji çîringeha wê deverê bi sedema topbaranê şewitiye.
Berpirsê Dezgeha Fermandeyî ya Hêzê Pêşmergê Kurdistnê “Kawe Behramî”, ragihandiye: “Spaha Pasdaran di wê topbaranê de binke û meqerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kiriye armanca xwe.”
Herwisa navbirî got: “Spaha Pasdaran di wê topbaranê de li çek û cebilxaneyên wekî top û katiyûşa mifah wergirtiye û hevdem balafira bê pîlot a Spaha terorîst jî li ser Esmanê wê deverê digere.”
Rejîma Îranê her sal bi wî awayî û bi hêncetên cuda çiyayên Kurdistanê topbaran dike û panatiyeke berfireh ji darsitan û çîrîngeha wan deveran dişewitîne.