Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir ku topbarana rejîma Îranê berdewam e.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya hejmar 3 a Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
Topbarankirina bilindahiyên Kurdistanê ji aliyê Spaha Pasdaran ve berdewam e.
Hêzên rejîma Îranê ji êvareya Înê 19`ê Xermananê ve cardin dest avêtiye bi topbarankirina dever û bilindahiyên Kurdistanê û her çend demjimêr carekê kiryarên xwe ên terorîstî berdewam dike.
Rejîmê Ji demjimêr 8ê şev û piştre 10ê şev bi dema Hewlêrê û herwisa demjimêr 1ê nîveşev û 3ê sibêdeha 20`ê Xermananê, ser ji nû ve navçeyên “Sîdekan û Berbezîn” topbaran kiriye û jiyan û jîngeha xelkê di vê deverê de kavil kiriye.
Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
20`ê Xermanana 1400`an a Rojî
11`ê Îlona 2021`an