
Kurdistanmedia: Topxaneyên rejîma Îslamî ya Îranê, deverên çiyayî ên Kurdistanê bi berdewamî topbaran dike.
“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di nûçeyekê de belav kiriye ku, her wekî ku di daxuyaniya berê de me ragehand, rejîma Komara Îslamî ya Îranê, li ser encamdana kiryarên dijî mirovî yên xwe berdewam e, û piştî vê ku çiyayê “Kodo” bi dijwarî topbaran kir, demjmêr 1:30 paşnîvro di berdewamiyê de çiyayên “Seqer” û “Berbizîn”ê jî ku binke û baregehên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li ser sînorê di navbera Başûr û Rojhilat de hilketine, bombebaran kir, û heya amadekirina vê nûçeyê, ji bilî zirargihandina bi jîngeha deverê, bi kêfxweşî ve, tu zirarek bo pêşmergeyên Kurdistanê tunebûye.
“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”
8`ê Rezbera 1397`an
30`ê Îlona 2018`an