
Kurdistanmedia: Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand: Ku cardin rejîma Îranê topbarana baregehên sînorî ên PDKÎ dest pê kir.
Li gora daxuyaniyekê ku Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê belav kiriye, demjimêr 11`ê sibezûya îro li navçeyên sînorî ên Çoman û Sîdekan, rejîma Îranê topbarana binkeyên PDKÎ di van navçeyan de dest pê kiriye.
Deqa daxuyaniyî weha ye:
Demjimêr 11`ê sibezûya îro, hêzên rejîma Îranê li navçeyên sînorî ên ser bi Pîranşarê li Rojhilata Kurdistanê, sînorên ser bi Başûr li Çoman û Sîdekan bi top û xompareyan kirin armanc.
Herweha binke û baregehên PDKÎ li navçeyên sînorî ketine ber êrîşa topxaneyên rejîmê.
Di demên bê de, emê zanyariyên zêdetir di vê derheqê de belav bikin.
Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê