
Kurdistanmedia: Tora civakî ya “Facebook”ê hesab û roporên civakî yên ku ji aliyê xelkê Îranê ve bi rê ve diçûn daxistin.
Roja Înê 4`ê Xezelwerê (26`ê Çiriya Pêşîn), “berpirsê para Saybêrî ya tora civakî ya “Face book”ê ragehand ku wan 82 rûpel û hesabên kesên ku girêdayî Îranê ne, li ser tora civakî ya “Face book”ê daxistine, û herwisa hatiye îdi`akirin ku “wan di çalakiyeke hevpar û hevahengkirî de, derheq bandora li ser derûna birêveberên welatên Amerîka û Birîtaniyayê, çalakî encam dane.
Mezintirîn tora civakî ya cîhanê, di heyama 10 rojên mayî bo piroseya hilbijartina parlemana Amerîkayê, bi weşandina daxuyaniyekê îlan kir ku: “Ev rûpel û hesabane, bingeh û çavkaniya wan li Îranê bûne, û karên hevahengkirî û neyasayî encam didan”.
Hevdem, tora civakî ya “twittr”ê jî, îlan kiriye ku wan hesaba 284 kesên ku texmîn tê lêdan piraniya wan di Îranê de bi rê ve diçin, birîne.
“Nathaniel J. Gleicher” berpirsê para ewlehiya saybirî ya “Facebook”ê di meha “Agust”ê de jî derheq eşkerekirin û ragirtina çalakiyên neyasayî yên bikarhînerên vê tora civakî ku girêdayî Îranê ne, di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, bikarhînerên wan hesab û rûpelên ku hatine daxistin, xwe hevwelatiyên Amerîka û Birîtaniyayê dane naskirin, mijarên siyasî yên li dijî siyaseta dewleta “Tramp” belav dikirin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku, karnasên para ewlehiya saybirî ya “Facebook”ê bo cara yekê ye ku karîne, çalakiyên wiha bidine naskirin, û herwisa daye eşkerekirin jî, ku xwediyê van hesaban hewl dabûn ku nasnameya xwe veşêrin, lê karnasan bi lêkolîna wan, ev rastiya eşkere kirin ku tewahiya wan çalakiyane girêdayî Îranê ne.
Herwisa kompaniya “Facebook”ê di “Agust”a borî de jî bi hev re di torên civakî wekî “Twitter, Google û Youtube”ê de, hesaba sedan bikarhînerên girêdayî Îranê daxistibûn.