Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tora civakî ya Înstagramê rûpela Qasim Silêmanê jêbir kir

12:37 - 4 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Tora Civakî a Înstagram, rûpela Qasim Silêmanî bi sedema berçavnegirtina yasayên wê tora civakî, jêbir kir.

Rûpepela Qasim Silêmanî, bi sedema berçavnegirtina yasayên tora civakî a Înstagramê û belavkirina kamêntên ku, di asta saziyên tehlîkedar bûye, ji aliyê Înstagramê ve hate jêbirkirin.

Herwisa tora civakî a Înstagramê, rûpela nûçegihaniyaTesnîm a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst û rûpela nûçegihaniya Başgaha Nûçegihanî a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, jêbir kirin.

Herwisa tora civakî a Înstagramê, postên hinek ji kesên hunermend yên Îranê, yên mîna Mêhran Xefûriyan, Îhsan Elîxanî û Bêhnûş Bextiyarî, bi sedema piştgirî ji Qasim Silêmayê terorîst hatine jêbirkirin.

Demeke ku tora civakî ya Înstagram bi plavtina rûpelên xwe ve, cehd kiriye ku rûpelên xirab û çewt jêbir bike û asayîşa kesên xwedî rûpel di wê torê de piparêze, lewma rûpelên ku postên nebaş didnên rûpelên wan jêbir dike.

Rejîma Îranê bi propagendekirin bo siyaseta xwe ya terorîstî û piştgirîkirin ji kiryarên terorîstî û belavkirina wan di torên civakî de, bikarhênerên wan toran rastî pirsgirêkên hundirî dike û dibe gef li ser asayîşa xelkê.