Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tora civakî ya “Twitter”ê hesaba binkeyeke rejîmê di Rûsiyê de daxist

12:32 - 26 Gulan 2020

Roja Duşemî, 25`ê Gulanê, Tora civakî ya “Twitter”ê hesaba bikarhênerî ya balyozxana rejîma Îranê ku bi zimanê Rûsî li Rûsiyê dihate nivîsînê daxist.

Rejîma Îranê bi belavkirina nûçeyên çewt û herwisa belavkirina siyaseta xwe ya alozker li ser torên civakî, bûye sedem ku hertimî rastî daxistina wan hesabên bikarhêner bê û torên civakî yên wekî “Twitter” û “Facebook” bi hezaran hesabên bikarhêner yên girêdayê rejîma Îranê daxistine.

Herwisa “Google”ê jî di sala derbasbûyî de, dest bi daxistina hesabên bikarhênerî yên girêdayê rejîma Îranê kiribû.

Rejîma Îranê bi çêkirina hesabên bikarhênerî yên “Fake” an ku sexte, dest bi weşana nûçeyên çewt dike û siyasetên xwe yên têkder û şerxawazane û herwisa dijî serweriya xelkê cîhanê wekî Îsraîl û kêmîneyên Olî û netewî, û bûye sedem ku torên civakî wan hesabên wan daxîne.

Her çiqas ku rejîma Îranê bas ji bêhegerbûna wan daxistinan dike, lê xelkê cîhanê hay ji siyasetên dije mirovî yên rejîma Îranê hene.