
Tora civakî ya “Twitter”ê hisaba bikarhênerî ya “Serokê Kora Berjewendiyên Nizam a Komara Îslamî”, “Muhsin Rizayî” li roja Duşemî 9ê Çirriya Paşîn, bo çendimîn car ragirt.
Roja Duşemî 9ê Çirriya Paşîn, Pêwendiyên giştî ya “Kora Berjewendiyên Nizam ya rejîma Îran”ê daye zanîn, ku tora civakî ya “Twitter”ê bê ti rohnkirin û dana ti zaniyariyekê, hisaba bikarhênerî ya “Rizayî” daxistiye û heta niha pêwendiyên me digel “Twitter”ê negihîştiye ti encamekê.
Tora civakî ya “Twitter”ê ji sala 1388an ve hevdem digel xwenîşandanên “Tevgera Kesk” di Îranê de hatiye fîlterkirinê, lê piraniya berpirsên rejîma Îranê hêj di wê tora Civakî de hisabên bikarhênerî hene, lê bo xelkê asayî ew tora civakî qedexe kirine.
Herwisa “Muhsin Rezayî” yê terorîst li ser rûpela “Instagram”a xwe nivîsandiye ku dibe “Joe Biden” di yekem pêngavê de ji xelkê Îranê daxwaza jêbihorînê bike û xisarên wan dorpêçan jî dabîn bike”
Pasdar Rezayî yek ji terorîstên herî gemar yê rejîma Îranê ye ku di piraniya terorên derve û hundirê Îranê de rola serekî hebûye û cinayetên wî li Kurdistan û serkuta xelkê û terora rêberên Kurdan ti car ji bîra xelkê naçe.