Tora civakiya “Facebook”ê ragihandiye ku bi 10an hisabên bikarhêneriyên sextê yên girêdayê Spaha Pasdaran di hundirê Îranê de dayxistine
Bi 10an hisabên bikarhênerî, rûpel, girûp û hisabên bikarhênerî yên tora civakiya “Instagaram”ê ku ji aliyê kesên girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst ve ku armanca wan karlêkerî li ser xelkê û hizra giştî bû , ji aliyê tora civakiya “Facebook”ê ve bo hertimî hatine dayxistin.
Herwisa tora civakiya “Facebook”ê ku xwediyê tora civakiya “Instagram”ê ye ragihand: “93 hisabên bikarhênerî ên “facebook”, 14 rûpel, 15 girûpên facebookî û 194 hisabên bikarhênerî ên “Instagram”ê bo hertimî dayxistine”.
Herwis tora civakiya “Facebook”ê ragihand: “Piraniya wan hisabên bikarhênerî li hundirê Îranê bi taybet di parêzgeha “Luristan”ê de bûne û wan bikarhêneran rexne ji hêzên dijî rejîma Îranê û Partiyên Kurdan û Erebistan û Amerîkayê girtine û hewl dabûn ku bala xelkê bo dengdana sala 2020a rejîma Îranê rabikêşin”.
Rejîma Îranê bi mifahvergirtin ji torên civakî, hewla geşedan bi terorîzm, belavkirina nûçeyên sexte û alozkirin û xeletandina hizra giştî dide.