Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tora civakiya Telegramê, kanala Telegramiya Hemasê dayxist

13:00 - 16 Gulan 2021

Tora civakiya “Telegram”ê, kanala Telegramî ya girûpa Hemasê bi sedema binpêkirina yasayên wê tora civakî, dayxistiye.

Roja Şemî 15ê Gulanê, tora civakiya “Telegram” ê ragihandiye ku kanala Telegramiya rêkxistina Hemasê bi sedema binpêkirina yasayên wê tora civakî dayxistiye û herwisa ragihandinên rejîma Îranê jî li wê derheqê de ragihandine ku kanala Telegramî ya milê leşkeriya Hemasê ya bi navê gurdana “Izzedîn Qessam” dayxistine.

Herwisa berê jî torên civakî ên “Instagram, Twitter, facebook û çendîn torên din ên civakî”, çendîn rûpelên wan girûpên tundajo ên girêdayê rejîma Îranê bi sedema propagende bo tundûtîjî û berfirehtirkirina terorîsmê û çendîn mijarên din ên wekû belavkirina nûçeyên çewt û xapandina xelkê dayxistibûn.

Rejîma Îranê û girûpên terorîstî û tundajoyên girêdayê wê bi mifahvergirtin ji torên civakî yên wekî “Facebook, Telegram, Instagram û çendîn torên din ên civakî”, bona  geşedan bi tundûtîjî, propagende bo armancên çewt ên rejîma Îranê, xapandina raya giştî ya deverî û cîhanî li derheq îdeolojiyên dijî mirovî yên Îranê, perdepoşkirina rastiyan  û bi 100an mijarên din, bi kar tînin.

Torên civakî dem bi dem malper, rûpel û hisabên bikarhênerî yên wan hêz û aliyan daydixin ku hejmareke zêde ji wan dayxistinan, hertimî ne.