Tora civakiya “Twitter”ê hisaba bikarhêneriya berdevkê leşkerî yê Hûsiyên Yemenê“Yehya Serî`i” ku kesekî girêdayê rejîma Îranê ye, bi tawana binpêkirina yasayên “Twitter”ê dayxistiye.
Tora civakiya “Twitter”ê tevî dayxistina hisaba bikarhêneriya berdevkê Hûsiyên Yemenê ragihandiye ku her hisabek a bikarhêneriyê yasayên wê tora civakî binpê bike, dê bê dayxistin.
Hisaba bikarhêneriya “Yehya Serî`i” li sala 2018an hatibû vekirin û wekî belavkerê daxuyanî û ragihandinên Hûsiyan mifah jê dihate verdigirtin.
“YouTube”ê li destpêka sala 2021an de û piştî tomarkirina navê Hûsiyan li listê rêkxiravên terorîstî yê Amerîkayê, hejmarek zêde ji hisbên bikarhêneriyên wê girûpê reş kirin.