Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Toreke terorîstî ya ser bi Îranê di welatê Albanî de hate eşkerekirin

11:41 - 24 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: polîsê Albanî eşkerekirina toreke çekdar a terorîstî ku bi armanca kiriyarê terorîstî di wî welatî de hebûye da zanîn.

Pêka nûçegihaniya “Asoşiytit Pirês” (Associated Press), roja Çarşemiyê 1`ê Xezelwerê, pêka polîsê welatê Albanî ku daye zanîn, toreke çekdarên terorîstî ya girêdayî Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê, ku armanca wan derblêdan bi saziya Micahidînê xelk ya Îranê bûye.

Berpirsê polîsê Albanî, “Ardî Wêliyo” daye zanîn ku, ew tora çekdar a terorîstî girêdayî Spaha Quds a terorîte û navbirî tu zaniyarek li ser karê wê girûpa çekdare terorîst û herwisa li derheq desteserkirina wan nedaye.

Polîsê Albanî ragihandiye ku, 2 endamên pile bilind yê ewlehiya Îranê, birêveberê wê tora terorîst di Tehranê de bûne.

Rejîma Îranê bi mudaxilekirin di karûbarê welatên biyanî û herwisa bi rêkxistina girûpên terorîstî di derveyê welat de, siyaseteke hertimiya wî rejîmê bûye û kiryarên terorîstiyê dije mirovî ya wî rejîmê rojbiroj eşkere dibe.