Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Torên civakî di Îranê de bûbe cihê kirîn û firotina endamê leşê zarokan

11:42 - 7 Îlon 2020

Di Îranê de li nav torên civakî nemaze “Instagram”ê de hin pêyc hene ku kirîn û firotina zarokan dikin û ji wê rêyê ve têne firotin û ticaretê bi endamê leşê wan re dikin.

Di Îranê de di nav torên civakî yên wekî “Instagram”ê de hin pêyc bi awayên xeyreyasayî zarokên bê serpereşt û yên kesên hejar ku şiyana xwedêkirina wan nînin, dikirin û ticaretê bi endamê leşan wan re dikin.

Her di vê derheqê de Cihgirê Karûbarê Civakî û Saziya “Bêhzîstî” yê rejîma Îranê, “Hebîbulah Mesûdîferîd”, daye zanîn, kirîn û firotina endamê leşê zarokan tawan e û her bi wê sedemê me amarek serast di vê derheqê de nîne, lê eva meseleyeke ku di welat de rûy dide û em şahidê wê yekê ne.

Herwisa navbirî got, kirîna zarokan ji rêya sîstemên xeyre yasayî ve, yek ji sedemên qaçaxa endamê leşê zarokan e.

Eva jî di halekê de ye ku, di Îranê de gelek karesatên bi wî awayî rûy didin û berpirsên rejîmê jî xwe şahêdê wê karesatê dizanin, lê heta niha nekarîne pişiya karesatên bi wî awayî bigrin.