Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Torên civakî, gefin bo ser deshilata rejîma Îranê

10:14 - 17 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Torên civakî tirsekî zaf xistiye dilê berpirsên rejîmê, û weke gefekî micid bo ser deshilata xwe dizanin, lewma çavedêrî bi ser torên cîvakî de zêdeter kirine.

Rejîma Îranê bi hêceta hilbijartinên wê carê a meclisê, torên civakî xistine bin kontirola xwe û bi wî awayî dixwazin çalakiyên xelkê bixînê bin çavedêriya xwede.

“Newîd Sehrayî”, Dozgerê giştiyê rejîmê di bajarê Ciwanro yê de, basa wê hindê kiriye ku bi hêceta ewê ku xelk zêdetirîn mifahê ji torên civakî verdigire, kontirol û çavedêrî kirina wan toran, bo me pir hestiyar û giringe.

Navbirî gotiye, polîsê asayiêş li bajarê Ciwanroyê de, berpirsê kontirol kirina torên civakiye û her kesê bixwaze xelkê ji hilbijartinê dilsar bike, riftarekî dujwar dê digel de bê kirinê.

Ewa di rewşekê deye ku di dema xwenîşandanan de li bajarê Ciwanro yê de, bi dehan kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştinê û bi Sedan kes jî birîndar bûne yan hatine desteserkirinê, herwisa xelk bi her awayekê bêzariya xwe ji wê rejîmê nîşan dide. Her niha jî berpirsên rejîmê di cehdê dene ku bi hêcetên corbecor, dengê nerazitiya xelkê bifetisînin.